Hosteyê solan yê ji Diyarbekirê pişîkên li kuçeyan xwedî dike

Hosteyê solan yê ji Diyarbekirê pişîkên li kuçeyan xwedî dike

Mehmet Emîn Îpekê li Sûra navçeya Diyarbekirê dijî û ji 10 saliya xwe vir va solan temîr dike heywanan pir hez dike û ji ber vê eleqeya ku nîşanî heywanan dide jî balê dikşîne.

Îpekê 71 salî di dikana xwe ya 10 mêtroqereyî ya nêzîkî Mizgefta Mezin da 61 sal e solan temîr dike û bi vî karî debara mala xwe dike.

Hoste Îpek her roj dema dikana xwe vedike xwarinê dide pişîkên li kuçeyê û wan hez dike.

- "Êdî kêm kes vî karî dikin"

Îpek ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li ser daxwaza dêya xwe wî dest bi çiraxtiya berberekî kiriye lê piştî xwediyê kar nexweş ketiye îja wî dest bi vî karî kiriye.

Der barê karê xwe da Îpek got di destpêkê da wî gelek zehmetî kişandiye, lê paşê karê xwe hez kiriye û wiha dewam kir: "Ev kar bi hezkirinê va dibe. Di hînbûna vî karî da min gelek zehmetî kişand. Ji ber vê dema zarokek dihat li cem min ku hînî kar bibe kesekî 5 lire bida, min 7 lire dida ku ew hînî kar bibe. Ciwanên niha şûna ku hînî vî karî bibin, ewê çiqas pere qezenc bikin li wê dinihêrin. Nabejin 'ez hînî vî karî bibim, paşê bibim hoste û dikanekê vekim'. Êdî kêm kes vî karî dikin. Jixwe gelek şagirtên me jî dev ji vî karî berdan, karê me kêm bû."

- "Ez ji esnafan dixwazim ku bila tasek av û xwarinê daynin kuçeyan"

Îpek behsa hezkirina heywanan kir û wiha got: "Ez pişîkan xwedî dikim, ji ber vê dev ji min bernadin. Dema ez ji malê derdikevim pêşwaziya min dikin. Wextê diçim nimêjê û çarşiyê jî li dû min tên. Ji ber ku ez eleqeyê nîşanî wan didim ji min venaqetin. Di vê mijarê da divê her kes hesas be. Dema însan heywanekî, pişîkekî hez dike ew jî însan hez dike û dibêje xwediyê min heye. Xwedê çi xweş xuliqandiye. Ez ji esnafan dixwazim ku bila tasek av û xwarinê daynin kuçeyan. Zimanê wan tune."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE