Hosteyên peqleweyê yên Şanliurfayî şev û roj dixebitin

hosteyên peqleweyê yên Şanliurfayî ji ber sîparîşên Eyda Qurbanê şev û roj dixebitin.

Hosteyên peqleweyê yên Şanliurfayî şev û roj dixebitin

Li Şanliurfayê hosteyên peqleweyê ji ber sîparîşên Eyda Qurbanê bênavber şev û roj dixebitin.

Kîloya peqleweya Şanliurfayê di navbera 60 û 100 lireyî da tê firotin.

Ji hosteyên peqleweyê Mehmet Ustuneller daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku beriya eydê firotina wan ya peqleweyê gelekî baş e û wiha axivî:

"Ji gelek bajarên Tirkiyeyê ji me re sîparîş tên. Hin kesan jî ji ser malpera ma ya înternetê sîparîş didan. Em pê ra negihîştin û ji ber vê yekê me malpera xwe girt. Ji dervayî welêt jî gelek kes sîparîşê didin."

- "Bila nexweşên "çolyakê" jî bê şirînahî nemînin"

Usteneller got ku ew ji bona nexweşên "çolyakê" jî ev 3 sal e pekleweya "bêgluten" çêdikin. Usteneller diyar kir ku nexweşên "çolyakê" jî şirînahiyê bixwin şev û roj bênavber dixebitin û gelek ciyan sîparîş hildane. AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE