Ji bo xwezayeke paqij, li Mûşê di çarçoveya heftaya ekolojî û paqijiya cîhanê de, endamên Weqfa TEMA’yê hawirdor paqij kirin da ku ev çalakî bibe mînak.
Di destê wan de poşetên mezin..
Bi hûr û giran gelek endamên Wefqa TEMA’yê di çarçoveya heftaya ekolojî û paqijiya cîhanê de derketin xwezayê.
Çopên li derdorê berhev kirin.
Lê hingî zêde çop hebûn, heyirî man.
Xwendekaran jî dema ku çop berhev dikirin fehm kirin ku zerareke çiqas mezin tê dayîn xwezayê.
Bi çalakiyên wiha dixwazin bala welatiyan bikşînin ser xwezayeke paqij.