Hunera ji bermayiyan

Hosteyê wesaîdan hewşa mala xwe kiriye atolyeya hunerê

Hunera ji bermayiyan

Li Ercişa Vanê zilamê ku ji ber vîrûsa koronayê li malê dimîne, wextê xwe yê li malê jî baş derbas dike. temîrkarê 59 salî ji dar û beran tabloyên hunerî çêdike.

Çiql, belg û şambelot dibin perçeyên hunerê.

Li taxa Salihiyeya Ercişê zilamek bi bermayiyên organîk tabloyan çêdike.

Sami Demirê 59 salî bi xwe jî tamîrkarê otoyan e.

Lê di vê pêvajoyê de ji ber vîrûsa koronayê zêde dernakeve derve.

Demir wextê xwe yê betal dide hunerê.

Hewşa mala xwe tev kiriye atolyeyeke zinaetê.

Ji dar û beran hunerê hildiberîne.

Çi bikeve destê hoste pê hunerê çêdike.

Li ber her tabloya xwe jî bangê dide ku welatî li malê bimînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE