Lı gundê Êrmûnêya Kercewsa Batmanê, kalekî 75 salî heye ku ava binê erdê dibîne. Wî heta niha lı gelek gundan, bi rê û rêbazên xwe derxistiye. Ka em binêrin rê û rêbazên wî çi ne…
Bi darikan li çol û beyaran digere…Bi vî awayî ava binê erdê dibîne…
Mehmet Alî Açik 75 salî ye, mala wî li gundê Êrmûnêya Kercewsa Batmanê ye.
Ew bir ê û rêbazên cuda ava binê erdê dibîne.
Karê kalo 20 sal in ev e.
Kalo bi vî awayî li gelek gund û deveran av derxistiye.
Açik li gund û bajarên derdor jî tê nasîn. Xelk ji bo bîr û sondajan tê cem wî.
Mehmet Alî Açik vî karî bê pere dike.