Hunera keviran a li Midyatê

Hosteyê keviran ev 40 sal in karê bavê xwe dike

Hunera keviran a li Midyatê

Midyada Mêrdînê ya dîrokî bi avahiyên xwe yên kevir tê zanîn. Li navçeyê hema hema hemû xanî bi keviran hatine çêkirin û xanî pir zexm in. Ev yek jî balê dikişîne ser hostetiya keviran.

Mehmet Demirtaşê 57 salî li Midyadê hostetiya keviran dike.

Karê bavê wî yê edilandina keviran 40 sal in li ser pişta wî ye.

Kevirên hûr û gir bi çakûçê xwe dişikîne û şikl û şêwe dide wan.

Piştre bi hostetiya xwe bi wan dîwaran çêdike.

Hosteyê keviran dibêje xaniyên kevir dikarin bi hezaran salan li ser piyan bimînin.

Hoste ji bo hunera bisalan nemire vî karî hînî nifşên nû jî dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE