Hêviya heywandaran barana payîz û zivistanê ye

 Li Batmanê hêviya kesên ku heywanan xwedî dikin barana ku wê payîz û zivistanê bibare ye.

Hêviya heywandaran barana payîz û zivistanê ye

Li herêmê hişkayiya meteorolojik cihê xwe ji hişkayiya çandiniyê ra hişt. Ji ber ku hilma avê zede dibe çavkaniyên avê kêm dibin û hişkayiyeke zêde çêdibe.

Li herêmê biharê û havînê têra xwe baran nebarî, deşt û mêrg zîha man ku ev jî ji bo xwedîkirina heywanan bû sedema zehmetiyan.

Li Batmanê 812 hezar pez û bizin û 112 hezar jî dewar tên xwedîkirin. Kesên heywanan xwedî dikin niha wê hêviyê ne ku payîzê û zivistanê baran bibare.

Midûrê Çandinî û Daristanên Bajêr Mehmet Gun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal ji ber hişkayiyê di navbera 40 û 90î da kêmasiyek çêbû, ji ber vê ewê piştgiriyê bidin cotkaran.

Gun got ji bilî cotkaran hişkayiyê tesir li ser kesên heywanan xwedî dikin jî kiriye û wiha axivî: “Mêrgên me ziha man ku vê yekê jî tesir li ser alif kir. Li Batmanê heywandar mecbur man ku heywanên xwe bibin bajarên din. Ji ber ku baran nabare ava binê erdê û ya li ser rûyê erdê kêm bû û jê gelek jî zîha bûn.”

Gun anî ziman ji bo piştgiriya kesên heywanan xwedî dikin bê kirin wan toximê garis yê sîlajiyê û cihê ku heywan lê avê vedixwin belav kiriye û di mêrgan da jî xebatên islahkirinê dewam dikin.

- "Min heta niha hişkayiyeke wiha nedît”

Îsmetullah Aksoyê li gundê Geyîkliyê ya li ser Kozlukê dijî jî got ji ber hişkayiyê heywan bê av û bê alif mane û wiha axivî: “Gol û çavkaniyên avê yên xwezayî zîha bûn. Heywanên me bê av man. Ez 57 salî me, min heta niha li herêma me hişkayiyeke wiha nedît. Em dia dikin ku zivistanê baraneke xweş bibare.”

Îlhan Yalçinê li gundê Yolaltiyê dijî jî got 27 heywanên wî hene û ew debara xwe bi wan dike û wiha axivî: “Me heta niha hişkayiyeke wiha nedît. Îsal me ev yek dît. Ji ber ku av tune, li mêrgan çêre jî tune. Ji ber bêaviyê 2 heywanên min telef bûn.”

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE