Ji 24 malên suryanî malek ma

Malbata ku li Ömerliya Mardinê dijî naxwaze welatê xwe terk bike

Ji 24 malên suryanî malek ma

Li gorî qeydan, li Ömerliya Mardînê 24 malbatên suryanî hebûn. Lê pİştî ku li herêmê terorê dest pê kir, ji wan 23 malbatan, koçî Ewropayê kir. Niha li herêmê tenê malbata Akdemîr maye. Mezinê malbatê Cemîl Akdemîrê 42 salî dibêje: “Ev der welatê me ye. Em li vir bi cîran û heval û hogirên xwe re gelek memnûn in.”

Li gorî qeydên Dêrazeferanê, li Ömerliya Mêrdînê 24 malbatên Suryanî hebûn.

Lê di nav salan de û piştî êrîşên terorî dest pê kir, ji wan 23 malbatan koçî Ewropayê kirin.

Malbata Akdemir dev ji welat berneda û li memleketê xwe ma. Mezinê malbatê Cemîl Akdemîr li navçeyê hesinkariyê dike,

Cemîl Akdemîrê ku tevî 8 kulfetên xwe li Ömerliyê dimîne, heta ji wî tê bi malbata xwe re li gorî bîr û baweriya xwe dijî, ji bo îbadetê jî diçe dêrê û tê.

Akdemîr dibêje; “Ev der welatê me ye. Em ji halê xwe gelek memûn in. Cîranî, hevalî û dostaniyeke me ya gelek baş heye.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE