100 hezkiriyên motosikletê Li Midyada Mêrdînê hatin cem hev. Endamên koma motorvanên Stenbol û Diyarbekirê bi çalakiya xwe dixwazin balê bikişînin ser navçeya dîrokî.
Koma Motorvan Stenbol û Amedê ji bo danasînê hin caran çalakiyên taybet li dar dixe.
Çalakiya herî dawî ji bo Midyadê bû.
100 hezkiriyên motosikletan li navçeya dîrokî hatin cem hev.
Koma Motorvanan dixwaze ku bi çalakiyên xwe yên wisa balê bikişîne ser xweza û berhemên dîrokî.
Motorhez wê piştî Midyadê biçin hin navçeyên din ên li herêmê jî.