Ji Ankarayê diçe Kurtalanê

Trêna Kurtalanê 76 sal in di nav çiya û newalan re diçe û tê

Ji Ankarayê diçe Kurtalanê

Teknolojiya çûn û hatinê çiqas pêş bikeve jî eleqeya bo trênê tu caran kêm nabe. Ekspresa Kurtalanê ji Ankarayê bi rê dikeve ji dehan bajaran derbas dibe û xwe digehîne Kurtalana Siirtê. Di demên dawî de eleqeya geştyaran ji bo ekspresên trênê jî zêde ye.

Hinek ji bo wêneyan, hinek jî ji bo dîmenan lê siwar dibin…

Bi deh salan e dixebite lê tu caran eleqeya li ser kêm nebûye.

Ekspresa Kurtalanê ji Ankarayê dest bi rêwîtiyê dike û heya Kurtalana Siirtê ji gelek bajaran derbas dibe.

Rêwiyên li trênê siwar dibin ji nav çiya û newalan derbas dibin

Dîmenên bêhempa dibînin û pê re rêwîtiyeke gelek xweş dikin.

Berê me ji kartpostal û wêneyan ev dîmen didîtin. Niha em li vir in bi xwe dîbînin. Cara ewil e ku ez li ekspresê siwar dibim lê bi rastî jî gelek xweş bû.

Trên ji Ankarayê radibe, ji Kırıkkale, Kayseri, Sivas, Malatya û ji Elazığê derbas dibe diçe Diyarbekirê û ji wir jî digihîje Batman û Kurtalana Siirtê.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE