Ji ava behra Wanê 18 cure sabûn çêdike

Miteşebîs Yaşar ji ava Behra Wanê sabûnan çêdike û difiroşe

Ji ava behra Wanê 18 cure sabûn çêdike

Li Wanê welatiyê bi navê murat said yaşar, ji ava bi sodayê ya gola Wanê 18 cure sabûn çêdike. Yaşar dibêje ku ev sabûn him ji bo paqijiyê ye, him jî ji bo nexweşiyan derman e. Miteşebîs Yaşar dixwaze ku markeya xwe gelek mezin bike.

Behra Wanê li dinyayê ji aliyê ava bi sodayê ve duyemîn e.

Heta îro, bi gelek awayan ji ava golê hatiye îstifadekirin.

Welatiyê bi navê Murat Said Yaşar jî ji ava golê sabûn çêdike.

Yaşar dibêje ku wî beriya 8 salan dest bi karê sabûnê kiriye.

Miteşebîs Murat Said Yaşar: “Berê ev sabûna ji ava Gola Wanê, di hişê min de hebû. Ez jî li ser vê fikirîm û min beriya 8 salan dest bi çêkirina sabûnê kir. Niha du tescîlên me hene.”

Ji ava Gola Wanê 18 cure sabûn tên çêkirin û tê gotin ku ev sabûn ji bo gelek nexweşiyan derman in.

Yaşar, sabûnên xwe li kargeha xwe difiroşe. Ew dixwaze di rojên bê de bi sabûnên xwe bibe markeyeke mezin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE