Ji ava Behra Wanê sabûnan çêdike

Mîneralên xwezayî yên Behra Wanê dikevin nav sabûnên kizwanan…

Ji ava Behra Wanê sabûnan çêdike

Li Tetwana Bilîsê, hilberînerekî sabûnan ji bo çêkirina sabûnan ava Behra Wanê bi kar tîne. Li gorî hosteyê sûbanan, mîneralên behrê kalîteya sabûnê zêde dike.

Burak Atal 28 salî ye û bi karê sabûnan re mûjil e. Gava bixwaze sabûnan çêke diçe peravên Behra Wanê û avê tîne. Piştre wê avê dikelîne û dixe nav sabûnê.

Bi taybetî di nav sabûnên kizwanan de ava Behra Wanê bi kar tîne.

Li bajêr eleqeya ji bo sabûnên kizwanan zêde ye.

Behra Wanê bi sodyûm-klorûr û sodyûm-karbonatê tê zanîn.

Atal tevî ava bimîneral kizwanan û hîdroksîtê dixe nav sabûnan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE