Ji Aydinê hat Mêrdînê piştî 29 salan bû mixtarê taxê

Yasemîn Duzceya 29 sal berê ji Aydinê hat Artukluya navçeya Mêrdînê bi cih bû, bû mixtarê taxa Çukuryurtê

Ji Aydinê hat Mêrdînê piştî 29 salan bû mixtarê taxê

Yasemîn Duzceya 29 sal berê ji Aydinê hat Artukluya navçeya Mêrdînê bi cih bû, di hilbijartina herêmî da li Taxa Çukuryurtê wek mixtar hat hilbijartin.

Yasemîn Duzce û Galîp Duzce 29 sal berê zewicîn û li Çukuryurta taxa Artukluyê bi cih bûn. Ji ber ku karmendê gumrukê bûn tayîna wan derket bajarên din û ew ji navçeyê çûn. Lê piştî teqawîdbûyînê wek 29 sal berê ew dîsa zivirîn Çukuryurtê.

Di hilbijartina 31ê Adarê da jinên taxê piştgirî dan Yasemîn Duzceyê ku ew bibe mixtar. Kesek li dijî wê wek reqîb derneket û Duzce ji 162 tayan bi 140 rayan va bû mixtar.

- Wê bi mehaneya xwe va xwendin û nivîsandinê hînî jinan bike,

Duzceyê daxuyand karê wê yê ewil ew e ku ew xwendin û nivîsandinê hîmî jinan bike, zarokên qet behr nedîtine bibe wan bigerîne ku ew behrê bibînin.

Duzceyê got fikrên wê ji bo jinan û zarokan heye û wiha axivî: "Bi salane xeyala min ew bû ku ez bi şaredariyan ra hevdîtinê bikim, zarokên vê derê bibim behrê an jî li vir hewzekî bidim çêkirin. Ya duduyan jî jinên hê xwendin û nivîsandinê nizanin hene. Ji bo ku ez ji wan ra qursekê vekim, ezê bixebitim. Heke nebû jî ezê bi mehaneya xwe va mamosteyekî bigrim ku xwendin û nivîsandinê hînî jinan bike. Ez bi rayên jinan va hatim hilbijartin, heqê gotinê nedan mêran û min hilbijartin."

- "Ev der Mêrdîn e, bajarî xweşbînî û biratiyê"

Galîp Duzceyê mêrê wê jî wiha got: "Gotin bila mixtarê wan jin be. Ev der Mêrdîn e, bajarî xweşbînî û biratiyê. Bûkeke ji derva hatiye li vir wek mixtar hatiye hilbijartin ku ev mînaka vê ya herî baş e."

Buruce Ariya 58 salî ya li taxê dijî jî got ew Duzceyê pir hez dikin û wiha dewam kir: "Pir zîrek e, înşallah wê bi serkeftî be."

Îclal Adiguzelê jî got ew kêfxweş e ku Duzce hatiye hilbijartin û wiha axivî: "Ji ber ku me ew hilbijartiye em serfiraz in. Ji Aydinê hatiye û li Mêrdînê bûye mixtar, em ji ber vê şanaz in."

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE