Ji bacanên reş rîçalê çêdikin

Kebanî ji bacanan rîçalê çêdikin û difiroşin...

Ji bacanên reş rîçalê çêdikin

Li Iğdırê gelek fêkî û zerzewat digıhîjin. Jinên şareza jî ji wan beran îstifade dikin. Kebaniyên Iğdırî niha bi bacanên reş rîçalê çêkirin. Rêvebiriya çandiniyê ya bajêr, pantenta wê rîçalê stend...

Bacanên rêş li deşta Iğdırê zahf tên çandin.

Xanimên Iğdırî bacanan ewilî paqij dikin, diqeşêrin û dûv re jî hûr dikin.

Kebaniyên jêhatî bacanên hûrkirî, di sîtilên mezin de dikelînin.

Dema bacan têra xwe dikelin, rîçala navdar a Iğdırê çêdibe.

Jinên Iğdırî niha rîçala xwe ya bacanên reş difroşin çar aliyên welêt û pê debara mala xwe dikin.

Rêvebiriya Çandiniyê ya Iğdırê jî patenta rîçala bacanan girt û êdî wê ev rîçal bi navê Iğdırê bê zanîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE