Ji bendavê masiyekî mezin girtin

Dirêjahiya masî metre û nîvek e û giraniya wî jî 30 kîlo ye

Ji bendavê masiyekî mezin girtin

Li Semsûrê masiyekî metre û nîvekî yê 30 kîloyî hat girtin. kesên ku ev masiyê mezin li ser dezgehê dîtin şaş û metel man.

Ev masî li Semsûrê ji Bendava Atatürkê hat girtin.

Dema ji bo firotinê danîn ser dezgehê jî bala her kesî kişand.

Lewra dirêjahiya masî metreyek û nîv e û 30 kîlo giraniya wî heye.

Ev masiyê ku ji bendavê hat girtin, li bazarê derket ser tablê.

Masîfiroş got ew ê kîlo bi kîlo masî bifroşe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE