Ji ber germê berê xwe didin ser kaniyan

Kercosî ji ber germa zêde heywanên xwe di kaniyan de hênik dikin.

Ji ber germê berê xwe didin ser kaniyan

Li herêmê dinya germ bû. Kesên ku ji ber germê aciz dibin berê xwe didin kaniyan û xwe hênik dikin. Xelkê Kercosa Batmanê pezê xwe jî di kaniyan de dişon û hênik dikin.

Li Batmanê û navçeyan wê dinya germ bû.

Hewa êdî 40 pile ye û mirov ji germê aciz dibin.

Kesên ku ji ber germê aciz dibin berê xwe didin ser kaniyan.

Li ser kaniyê zarokan li aliyekî xwe hênik kir, mezinan jî pezên xwe di ava cemidî de hênik kirin.

Xwediyên heywanan dibêjin ku dema pez tên şûştin, xurttir dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE