Li herêmê êdî hewa zahf germ bû. Bi germbûnê re li Mûşê zarok dikevin çem û golan. Lê rayedar wan hişyar dikin ku avjeniya di çem û golan de qedexe û talûke ye.
Êdî havîn e û dinya zêde germ e.Welatiyên ku ji ber germê îdare nakin jî xwe berdidin ava çem û golan.
Li Mûşê jî zarokên ku diçin ber heywanan, xwe berdan Ava Reş. Lê ketin û soberîkirina di çeman de gelekî talûke ye.
Rayedarên Karên Avê yên Dewletê gel hişyar dikin ku nekevin çem, kanal û golan.