Ji ber koronayê nikarin vegerin welatên xwe

Teşkîlata AK Partiyê ya bajêr çû serdana xwendekarên Efrîqî

Ji ber koronayê nikarin vegerin welatên xwe

Xwendekarên Efrîqî yên li Îdirê, ji ber vîrûsa koronayê nikarin vegerin welatên xwe. Şaxa Ak partiyê ya Bajêr çû serdana wan; him bi hev re sohbet kirin him jî alîkarî dan xwendekaran.

Ji bo zanîngehê bixwînin ji welatên wekî Fas, Somalî, Etîyopya û Ganayê hatin Îdirê.

Lê ev salek e ji ber tevdîrên koronayê û bê îmkaniyê nikarin vegerin.

Endamên şaxa AK Partiyê ya Îdirê ji bo xwendekarên biyanî yên li bajêr nas bikin çûn serdana wan.

Him bi wan re sohbet kirin him jî alîkarî dan wan.

Xwendekar “Malî ava, serokê me guh da me. Me qala pirsgirêkên xwe û rewşa xwe kir. Înşella ew ê ji bo me çi ji destê wî were bike. Em bi diyariya wan jî gelek kêfxweş bûn. Spasî wan dikim.”

Rêvebirên AK Partiyî ji bo şîvê bixwin hemû xwendekar gazî navenda partiyê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE