Gurbuz Alkazakê li Iğdırê temîrata wesayîtan dike ji ber ku erziyê wî tune li terasa dikana xwe seraya bêax ava kir û sebzeyan direşîne.
Alkazak di înternetê da cotkariya bêax dît û li ser lêkolîn kir paşê li terasa dikana xwe ya li Sîteya Pîşesaziyê ya Piçûk wekî hobî dest bi ajotina sebzeyan kir.
Gurbuz Alkazak tenê bi av û gubreyê ber û bereketeke baş bi dest xist û li ser vê karê sebzeyan mezin kir.
Alkazak li seraya bi îmkana xwe ava kir tametês, îsot, xiyar û marol reşand û di salê da 2 caran sebzeyên kom dike. Alkazak sebzeyên xwe difroşe û ji ber vê jî kêfxweş e.
- Ji ber ku erazî tune sera li terasa dikanê ava kir
Gurbuz Alkazak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku seraya bêax êdî ji bo wî bû dahateke baş.
Alkazak got ji ber ku eraziyê wî tune sera li terasa dikanê ava kir û wiha pê da çû:
Dema sera ava kir ji bo mesrefa wê kêm be karkeriya wê me bi xwe kir û ev jî baş bû. Em gubreya avî dixin nav ava şiliyê ya kom dibe. Hewcedarî bi axê çênabe û di boriyên avê da sebzeyan xweyî dikin. Ber û bereketa wê jî zêde ye. Li rexê dikana me jî ciyê me heye, em ew dera jî nirxand. Em ê hewl didin ku sebzeyên cuda jî hêşin bibin û tevkariyê bidin aboriyê."
- Li qada bêax 4 cure zebzeyan hêşin dike
Alkazak got ji bo firotina sebzeyan hindik be jî tengasiya bazarê dikişînin, difikirin ku vê pirsgirêkê çareser bikin û dahateke zêde bi dest bixin.
Alkazak got di salê da 2 caran sebzeyan kom dike û axaftina xwe wiha domand:
"Em di vî karî da hê teze ne ligel vê bêyî germkirin salê 4 cureyî bireşînin. Hedefa me ew e ku vê hê jî pêş bixin. Li Iğdırê cotkar zeviyên xwe carekê direşinin û saleke xwe vala derbas dikin lêbelê dema li zeviyên xwe serayê ava bikin ew ê di salê da gelek caran zeviyan biçinin. Em tewsiyeyî cotkarên li Iğdırê dikin û rê rayê wan dikin ku vî karî bikin."
AA