Ji ber meteorê çavê wî tarî bû

Dema li ketina meteorê temaşe kir, çavê wî xira bû û çû nexweşxaneyê

Ji ber meteorê çavê wî tarî bû

Di 27ê gulanê de metaor ket. Li Qersê welatiyek dema meteor diket lê nihêrî lê çavê wî xira bû. İrfan Oruçê 49 salî ku hat rakirin nexweşxaneyê piştî tedawiyê şandin malê.

Dema ketina metaorê temaşe kir… Û pişt re ji nişka ve bi erdê ket..

Li gundê Tomarliya Arpçaya Qersê İrfan Oruçê 49 salî ji ber metaorê ji canê xwe gelek aciz bû.

İrfan Oruç got, ‘’Çavê mın tarî bû, çavê min jı şewqê qemişî, weke ku derzî hebû di nav çavê min de. Min çû ruyê xwe şûşt min got qey wê derbas bibe. Lê min dît ku êş derbas nabe. Min jî telefonî polîs kir. Ji min re gotin “here nexweşxaneyê”

Tavilê wî rakirin nexweşxaneyê, piştî tedawiyê derman dane wî û şandin malê.

İrfan Oruç niha ji ber êşa çavên xwe derman bi kar tîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE