Ji ber sermayê ji bo berxikan sobe hatin danîn

Li herêmê ji ber sir û sermayê gelek heywan telef bûn.

Ji ber sermayê ji bo berxikan sobe hatin danîn

Ji ber sermaya ji nişka ve, li herêmê gelek heywan telef bûn. Xwediyê heywanan ji bo ku pêşiya vê yekê bigirin li pagehan sobe danîn.

Li Muşê sir û serma ne tenê însanan heywanan jî aciz dike.

Germahî ji nişkave ket û heywan cemidîn.Ji ber sir û sermayê gelek heywan telef bûn.

Li gundê Bêlarincê heywandar ji bo ku ajalên xwe biparêzin li pagehan sobe danîn.

Berxik niha li pagehên germ dimînin.

Li pagehan xalîçe hatine danîn û berxik di nav germê de tê xwedîkirin.

Li pagehên germ carna zarok jî bi berxan re dema xwe derbas dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE