"Ji ber teknolojiyê eleqeya ser karê me jî kêm bû"

Hosteyê tevnan yên Batmanî bi salan e li ser karê xwe ye

"Ji ber teknolojiyê eleqeya ser karê me jî kêm bû"

Osman Kandemirê 62 salî ku li Batmanê dijî ji nîve sedsalê zêdetir e tevn, ber, merş, sicade û xalîçeyan çêdike.

Kandemirê li Taxa Hurriyetê ya Batmanê dijî di 10 saliya xwe da li cem xalê xwe dest bi karê tevnê kir û ji 50 salî zêdetire vî karî dike.

Karê ku Kandemir dike ji ber pêşketina makîne û teknolojiyê mîna berê eleqeyê nabîne lê ew digel vê bi hezkirin karê xwe didomîne.

Kandemir got ku li cem xalê xwe bi gilokkirana ta dest bi vî karî kir û di nav çend salan da hînî hûrgiliyên vî karî bû.

Di axaftina xwe da Kandemir got ku ew piştî ji esker vegeriya di sala 1985an da ji xwe ra cî vekir û karê ku hîn bûbû êdî bi xwe domand.

Kandemir destnîşan kir ku di salên borî da mirovan eleqe nîşanî ber û xalîçeyan dida lê bi pêşveçûna teknolojiyê karê wan jî sist bû û wiha domand: "Ji bilî ber û merşan xalîçe û sicade jî dihatin xwestin. Ji ber teknolojiyê eleqeya ser karê me jî kêm bû. Karê çêkirana tevnan zehmet e û sebrê dixwaze. Herkes nikare vî karî bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE