Ji ber xewna xwe ya zarokatiyê 67 sal e kincên sor li xwe dike

Ji ber xewna xwe ya zarokatiyê 67 sal e kincên sor li xwe dike

Nafiye Caza 77 salî ya li Yedîsuya navçeya Bîngolê dijî ji ber xwewneke xwe ya di zarokatiyê da dîtiye 67 sal e kincên sor li xwe dike.

Caz li Guzguluya gundê li ser navçeya Yedîsuyê dijî, 11 zarok û 23 neviyên wê hene.

Nafiye Caz dema 10 salî bûye di xewna xwe da kalekî birih dîtiye ku kalê ji wê ra gotiye heta mirinê kincên rengê wan sor e li xwe bike.

Vê xwewnê gelekî tesîr li ser wê kiriye û ew ji wê rojê vir va kinc, gore û solên sor li xwe dike û li gund jî wek jinika kincsor tê nasîn.

- "Dema ez mirim bila kefenê min jî sor be"

Nafiye Cazê ji nûçegihanê AAyê ra got ew rengê sor gelekî hez dike û heta ew bimire jî ew ê kincên sor li xwe bike

Cazê got dema kalekî di xwewnê da ji wê ra gotiye heta mirinê kincên bi rengê sor li xwe bike wê jî wisa kiriye û wiha axivî: "Kalikê min jî ji min ra kincên sor dianî. Dema ez emeliyat bûm, min li nexweşxaneyê got kincekî sor li min bikin û paşê min emeliyat bikin û wan jî wisa kir. Sor bûye perçeyeke jiyana min. Dema ez mirim bila kefenê min jî sor be. Rojekê xortekî li min nihêrî û destê xwe xiste bêrika xwe. Min got 'tu çi dikî?" Got 'ez dinyayê geriyame, lê min jineke wek te nedîtiye'. Xwest ku bi telefonê wêneyê min bikşîne. Qîza min a li Avusturyayê dijî jî ji min ra kincên sor dişîne."

Cazê got bûkaniya wê jî sor bûye û hemû zarokên wê zewicîne, niha ew û mêrê xwe bi hev ra dijîn.

- "Ez jî sor hez dikim"

Hikmet Cazê mêrê wê jî got jina wê rengê sor hez dike û wiha axivî: "Ew ji sor hez dike, ez jî her tim kinc, sol û goreyên sor ji wê ra dikirim. Ez jî sor hez dikim. Sor rengê alaya Tirkan e. Em ê biçûna Avusturyayê û me yê pasaport derxista. Polês got 'xatî tu çima sor li xwe dikî?' Jina min jî got 'Ez alaya Tirkan im', heman pasaport dane me."

Caz got ew 55 sal e zewicîne û wiha dewam kir: "Me mil da hevdu, heke hezkirin û rêz tunebûya em îro wiha nedibûn. Carna ez hêrs dibim, carna ew hêrs dibe û ez deng nakim. Wisa derbas dibe û diçe."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE