Dema mirov xizan be, bi awayekî bêçare dixebite û li debara mala xwe difikire. Cuma Evdilrehmanê Efrînî jî hunermendekî jêhatî ye lê nikare tembûra xwe têxe destê xwe û lêde. Em ê niha bi hev re biçin binxetê û guh bidin ser çîroka hunermendekî Efrînî.
Weke bi hezaran Sûriyeyî wî jî bi awayekî bêçare mal û milkê xwe terikand.
Cuma Evdirehmanê Efrînî piştî çend salan ligel malbata xwe vegeriya mala xwe,,,
Zar û zeçên wî li dorê ne, lê ji bêkarî û xizaniyê gilîdar e.
Hunermend û zineatkarê jêhatî ji bo çêkirina mala xwe ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze.
Hunermendê Kurd dixwaze, piştî ku derkete firehiyê hinekî din xwe bide ser muzîkê û klamên berê yên Kurdî bistrê.