Ji berfê ekîba govendê çêkir

Xebata peykertraşê Adiyamanî gelekî hat ecibandin...

Ji berfê ekîba govendê çêkir

Li komişir Ango Çelikxana Semsûrê, heykeltraşekî bi berfê ekîbeke govendê çêkir. Ekîba folklorê ji 8 kesan pêk hat. Kêfa xelkê jî gelekî ji govendgeran re hat.

Berê jî ji berfê erebe çêkiribû,

Niha jî ekîbeke govendê çêkir û ekîba ji berfê gelek hat ecibandin.

Peykertraş û resam Heci Fendoğlu ji Komişirê ango Çelîkxana Semsûrê ye.

Heykeltraş li navenda perwerdeya gel a Komişirê ciwanan hînî çêkirina peykeran dike.

Heci Fendoğlu bi berfê jî hûnera xwe nîşan da.

Dema berf dibare her kes bûka berfê çêdike. Lê peykertraşê jêhatî bi hunera xwe ekîbeke govendê çêkir.

“Ez bi kêfxweşî bi vê hunerê re mijûl dibim. Berê jî min erebeyek çêkiribû. Ev lîstik di her havînê de li vir tê lîstîn. Ev fîgur ji kesên ku tên naskirin hat çêkirin. Ev ekîba bi dahol û zirneyê jî ekîbeke navdar e. Bi taybetî min xwest ez bişîbînim wan.”

Peykerê ku bi berfê hat çêkirin gelekî hat ecibandin.

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE