Ji berfê şikefta şevbihêrkê çêkirin

Ciwanên Geverî ji berfê şikefteke 20 metre dirêj çêkirin.

Ji berfê şikefta şevbihêrkê çêkirin

Li Geverê li cihên bilind îsal berf zêde ket. Ciwanên Geverî jî ji bo bêhna xwe berdin, bi berfê şikefteke 20 metre çêkirin. Ciwanan nav tunelê bi mûman ronî kir û şevbihêrkên xwe li wirê dikin.

Îsal li herêmê berf zêde barî.Li ser berfa zêde ciwanên Geverî serî li çalakiyeke cuda dan.

Ji berfê şikefteke mezin çêkirin û bi moman ronî kirin.

Ciwan di şikeftê de ku 20 metre dirêj e şevbihêrkên xwe derbas dikin.

Bi çaya germ re, di tunela berfê de civata xwe dikin û stranan dibêjin…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE