Ji bo alîkariyê ji 2 hezar kîlometre dûriyê hatin

Komeleya li İstanbulê, li 160 xwendekaran mont û pêlav belav kirin ...

Ji bo alîkariyê ji 2 hezar kîlometre dûriyê hatin

Endamên Komeleya Tevgera Qenciyê ya Îstanbulê li ser bangewaziya alîkariyê hema bi rê ketin û hatin Silopiyê. Rêvebirên komelê li 160 xwendekarên hewcedar mont û pêlav belav kirin.

Zivistan hat, lê li ser wan ne montek ne jî di lingên wan de pêlaveke germ heye.

Mamosteya dibistana seretayî ya Silopiyê Güllü Bildik ji bo xwendekarên xwe yên hewcedar bang li xêrxwazan kir.

Rêvebirên Komeleya Tevgera Qenciyê ya Stenbolê li ser bangewaziya mamoste hema hatin Silopiyê.

Xwendekarên biçûk bi mont û pêlavên xwe yên nû gelek kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE