Miftitiya Agiriyê ji bo kesên ku çavên wan nabînin kursa Quranê vekir.
Li Agiriyê 6 hevalan serî li kursê da û bi alfabeya Brailleyê xwendina Quranê hîn bûn.
Kursiyerên ku hînî xwendina Quranê bûne dibêjin em gelek bextewar in.
Seydayê wan jî dibêje hevalên me di rewşên zor û zehmet de hînî xwendina Qurana pîroz bûn. Me gelek caran bi hev re Quran xetim kir.