Ji ber şewba Kovîd-19ê, du sal bûn kes ji Türkiyeyê nediçû hec, lê îsal jî bi 37 hezar û 770 kesan va sînordar kirin. Qefleya dawîn jî wê di 5ê Tîrmehê da bi rê keve.
Piştî kutakirina îbadeta hecê, hecî wê ji 14ê tîrmehê pê va vegerin.
Li gor biryara ku miqamên Erebistana Siûdî da, tenê kesên ku emrê wan nebûne 65 wê bikaribin herin ziyareta hecê. Ji bo ziyaretê ji rêwiyan 2 doz aşî, testa PCRyê ya negatîf ku di nav 72 saetên dawîn da hatiye kirin, wê were xwestin.
Di bernameya çûyîna hec a îsal da 900 xoceyê grûban, 200 serokên qefleyan, 250 wezîfedarên îrşadê yên jin û 600 personelên Serokatiya Kar û Barên Diyanetê yên ku wê li balafirgeh û otêlan wezîfeyê bikin, hene.
AA