Ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê bi Çiyayê Sîpanê ve hilkişiyan

Ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê bi Çiyayê Sîpanê ve hilkişiyan

Endamên Komeleya Aktivîstên Gola Wanê, bi mebesta ku balê bikişînin ser Gola Wanê bi Çiyayê Sîpanê ve hilkişiyan.

Ekîbeke endamê komeleyê ku 6 ji wan jin bi giştî 50 kesan pêk dihat, hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Sîpanê ku bi bilindahiya xwe ya 4 hezar û 58 metro, 3yemîn çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye.

Endamên komeleyê li Adilcewaza navçeya Bidlîsê civiyan û piştre şeva xwe li Zozanên Hespan a ku bilindahiya wê 3 hezar raqim e, derbas kirin.

Endamên komeleyê yên ku di 2yemîn roja hilkişînê de gihiştin lûtkeyê, pankartên ku li serê "Gola Wanê bila şîn û pak bimîne" nivîsandî vekirin û piştî îmzakirina deftera lûtkeyê daketin bajarokê Aydinlarê.

Serokê Komeleyê Erdogan Ozel anî ziman ku bi mebesta Gola Wanê hê temîztir ji nifşên siberojê re bimîne gelek çalakiyan li dar dixin.

Ozel bangawazî li hemî aliyan kir ku xwedî li bedewiyên siruştî derkevin û wiha axivî:

"Em hemî çalakiyên xwe ji bo balkişandina ser Gola Wanê li dar dixin. Pêdivê em goleke pak û temîz ji nifşên bi dû xwe re bihêlin. Me li vêderê perçeyên firokeya îngilîzan a ku beriya çendîn salan li vêderê ketibû xwarê, dîtin. Çalakiya me gelekî xweş derbas bû. Hema bêje ji her aliyên Tirkiyeyê beşdar hebûn. Ez spasiya hemiuan dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE