Remezan Değer, bi eslê xwe ji Cizîra Şirnexê ye û li Stenbolê dijî. Değer, ji bo biratî, hezkirin û aştiyê, bi bisiklêta xwe ji deriyê Kapikûleya Edîrneyê heta deriyê Xabûrê 2 hezar kîlometre bisiklêt ajot.
Hemû hewl û xîreta wî ji bo hezkirin, biratî û aştiyê ye.
Remezan Değer, ji Cizîra Şirnexê ye û li Stenbolê dijî. Değer, ji bo “biratî û aştiyê” ji Deriyê Kapikûle yê Edîrneyê heta Deriyê Xabûrê, 2 hezar kîlometre bisiklêt ajot.
Değer, rojê 12 saetan bisiklêt ajot û rêwîtiya xwe ya zahmet di 12 rojan de qedand. Aktîvîstê aştiyê li ber deriyê Xabûrê ji aliyê welatî û rayedarên Cîzîre hat pêşwazîkirin.
Değer kêfxweş bû û peyama aştiyê da.