Ji bo çareserkirina qirêjiya di Gola Vanê da projeyên jîngehparêz tên meşandin

"Em ê şêniyên Wanê û golê bînin cem hev. Em ê golê paqij bikin ku însan dê bikaribin tê da ajneyê bikin. Bêhn jî gelekî kêm bûye"

Ji bo çareserkirina qirêjiya di Gola Vanê da projeyên jîngehparêz tên meşandin

 Ji bo çareserkirina pirsgirêka qirêjiyê ya ku bi salan e di Gola Wanê da ji ber gemar û ava qirêj xwe dide der, ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin proje tên meşandin.

Ji bo ku Gola Wanê ya ku gola herî mezin a Tirkiyeyê ye qirêj nebe û ji nifşên din ra bi awayekî paqijtir bimîne, bi pêşengiya Walîtiya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin xebat tên kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin di vê çarçoveyê da par Tesîsa Dapalandina Ava Qirêj a Pêşketî, Biyolojîk û Navendî ya ku budceya wê 180 milyon lîre ye kir dewrê ku ava qirêj a ku deşarjî golê dibe dadipalîne. Şaredariyê bi vî awayî pêwîstiya 50 salan a bajêr a dapalandina avê anî cih û yek ji sedemên qirêjbûna ava golê çareser kir.

Paşê jî ji bo paqijkirina 450 hezar metrekûp heriya binê golê bi alîkariya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalê va xebat da destpêkirin. Di vê çarçoveyê da bi xebata 25 makîneyên kar va bi hezaran metrekûp heriya li qeraxê Tuşbayê hat derxistin û li ciyê diyarkirî hat valakirin.

Ji xeynî van jî ji bo bidawîkirina pirsgirêka gemarê jî li ser rêbejaya Wan-Ozalpê li ser erdê 78 hektarî bi modela çêke-bişixulîne-dewr bike va Tesîsa Entegreya Gemara Hişk hat çêkirin.

Bi vê tesîsê va hem rê li qirêjbûna hawirdorê hat girtin û hem jî bi biyogaza ji gemaran tê bidestxistin, ceyran tê hilberîn.

Her wisa li Wan û Bildlîsê 11 şaredariyên hevqeraxê Gola Wanê ji bo rêlêgirtina qirêjbûna golê, biryar sitandin ku di bin sîwana "Yekîtiya Şaredariyên Gola Wanê" da xebatê bimeşînin.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emin Bilmez ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Gola Wanê ya ku di temamê dîrokê da ji hêla gelê herêmê wekî "behr" hatiye tewsîfkirin, nirxê herî mezin ê herêmê ye.

Bilmez bal kişand, potansiyeleke mezin a golê ya turîzmê heye û wiha got, "Mixabin heta heta niha ava qirêj gol tehdîd dikir. Navenda Wanê di serî da cih û warên li qeraxê golê ji sedî 80yî ava qirêj rasterast deşarjî golê dikirin. Tesîsa Dapalandina Ava Qirêj a Pêşketî, Biyolojîk û Navendî par ket dewrê û Gola Wanê bi rêjeyeke mezin êdî ji qirêjbûnê xilas bû. Li navçeyên Erdîş û Gevaşê yên hevqeraxê golê jî tesîsên dapalandinê ketin fealiyetê."

Bilmez her wisa bal kişand ku xebatên paqijkirina heriya binê golê jî didomin û wiha dewam kir:

"Em ê şêniyên Wanê û golê bînin cem hev. Em ê golê paqij bikin ku însan dê bikaribin tê da ajneyê bikin. Bêhn jî gelekî kêm bûye."

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Endazyariya Hawirdorê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Vahap Yonten jî bal kişand ku ji bo pêşketina domdar a herêmê divê xwedî li Gola Wanê bê derketin.

Yonten bal kişand, unsûra herî sereke ya ku dibe sedema qirêjbûna golê, însan e û wiha dewam kir, "Lewma jî divê hin xebat bên meşandin da ku însan di warê paqijiya hawirdorê da hişyar û agahdar bibin. Saziyên me van dawiyan xebatên baş dikin. Paqijkirina heriya binê golê yek ji van xebatên girîng e. Li herêmên turîstîk nifûs zêde dibe. Her wisa ji bo zibilê malan jî divê binesazî bên çêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE