Ji bo dergûşa nexweş seferber bûn

Li Agiriyê ekîbên tenduristiyê ji bo dergûşa nexweş seferber bûn

Ji bo dergûşa nexweş seferber bûn

Li Taşliçaya navçeya Agiriyê, dergûşa ku li gundê ku ji ber bagerê rêya wê hat girtin nexweş ket, bi xebata ekîbên tenduristiyê ya dijwar va gihandin nexweşxaneyê.

Li gundê Gunbulduyê malbata dergûşa 6 mehî Îslam Samanci yê ku nexweş ket, li 112 Navenda Banga Bilez geriyan û alîkarî xwestin.

Li ser xeberê ekîbên Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê bi rê ketin, yek jê bipalet bi 2 ambulansan xwe gihandin gundê Gumuşluyê yê rêya wê vekirî.

Ekîbên tenduristiyê ji ber ku rêya di navbera herdu gundan da ya 6 kîlometreyî girtî bû, bi ambulansa bipalet dewam kirin ku stûriya berfê cih cihan 2 mêtre bû.

Ekîbên ku gihîştin gund, di ambulansa bipalet da midaxeleya ewil a dergûşê kirin û pey re jî birin radestî ambulansa li benda wan bû, kirin.

Îslamê piçûk ê ku bi destê ekîbên ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin, tedawiya wî dest pê kir.

Îbrahîm Samanci jî spasiya ekîbên tenduristiyê kir û wiha got, "Neviyê min îshal, vereşîn û agirê wî hebû. Ji ber ku me nikaribû em agirê wî daxînin, me alîkarî xwest. Xwedê ji wan razî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE