Ji bo destbiratiyê protokol îmze kirin

Şaredariyên Uludere û Ispartayê bûn şaredariyên destbira

Ji bo destbiratiyê protokol îmze kirin

Şaredarê Ispartayê Şükrü Başdeğirmen û şandeya ligel wî hatin serdana Şaredariya Uludereya Şirnakê. Di serdanê de rayedaran ji bo destbiratiya her du şaredariyan protokol îmze kir.

Şaredariya Ispartayê û Şaredariya Qilêbanê wê bibin şaredariyên destbira.

Rayedaran ji bo destbiratiyê protokol îmze kir.

Şaredarê Ispartayê Şükrü Başdeğirmen û şandeya ligel wî 2 rojan li navçeyê man.

Şaredarê Ispartayê Şükrü Başdeğirmen: “Êdî em bi awayekî fermî bûn du şaredariyên destbira. Ji xwe em berê jî xwîşk û bira bûn. Ji bo ku projeyên baş derkevin holê, em dixwazin bi hev re bixebitin… Me li vir dostanî û mêvanperweriya xelkê dît. Spasî wan dikim.”

Her du şaredarî him maddî him jî manevî wê piştgiriyê bidin hev.

Ew ê bi projeyên hevpar xelqê Qileban û Ispartayê nêzî hevûdu bikin.

Rayedaran li hev kir ku di demekê kin de jî Şaredarê Qilêbanê Şeîd Ûrek û şandeyeke ligel wî biçin serdana Ispartayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE