Ji bo festîvala Midyatê haziriyên dawî tên kirin

Festîvala ku dê di 6ê Îlonê de dest pê bike wê 3 rojan dewam bike

Ji bo festîvala Midyatê haziriyên dawî tên kirin

Di 6-7 û 8ê îlonê de li Midyada Mêrdînê ji bo danasîna nevçeyê festîvalek wê bê lidarxistin. haziriyên li qada festîvalê bi lez û bez dewam dikin.

Midyada rengîn ji bo festîvala mezin tê xemilandin..

Karkerên şaredariyê ji bo haziriyên li qada festîvalê bi şev û roj dixebitin.

Di çarçoveya festîvalê de cihên geşt û gerê yên Midyadê; xwarin û hunerên herêmî wê bên danasîn.

Ligel çalakiyên çand û hunerî; bi zimanên Sûryanî, Kurdî, Erebî û Tirkî konser wê bên dayîn.

Xelkê Midyadê jî bi kelecaneke mezin li benda festîvalê ne.

Festîvala ku wê di 6ê îlonê de dest pê bike, 3 roj 3 şevan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE