Ji bo fitarê ava kaniyê tercîh dikin

Beriya fitarê li ser kaniya Mongokê qerebalix çêdibe...

Ji bo fitarê ava kaniyê tercîh dikin

Li Mûşê beriya fitarê li ser kaniya gundê Mongokê qerebalixek çêdibe. Mûşiyên ku dixwazin bi ava vê kaniyê bifitrin him li vir heta fitarê wext derbas dikin, him jî di vegerê ji kaniyê avê dibin malê.

Di her Remezanê de li ser kaniya gundê Mongokê yê Mûşê qerebalixek çêdibe.

Mûşî beriya fitarê bi malbatî berê xwe didin gundê Mongokê û heta fitarê li ser kaniyê wext derbas dikin.

Welatî di vegerê de jî tilûm û bermîlên xwe bi ava kaniyê tijî dikin û dibin malê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE