Ji bo gel pakêtên şîfayê

Şaredariya Gaziantepê li welatiyan berhemên herêmê belav dike...

Ji bo gel pakêtên şîfayê

Şaredariya Bajarê Mezin a Gaziantepê ji bo sihheta welatiyan dixebite. Şaredarî ji bo him efnas qezenc bikin him jî kesên hewcedar bisihhet bin ji berhemên herêmê pakêtan hazir dike û li welatiyên hewcedar belav dike.

Di nav berheman de xwarinên bi vîtamîn, magnezyûm û çînkoyê hene. Tîmên şaredariyê mal bi mal digerin û van pakêtên şîfayê li welatiyan belav dikin.

Şaredariya Gaziantepê xizmeteke nû da destpêkirin. Bi saya vê xizmetê him gel him jî esnaf qezanc dike.

Li gorî vê xizmetê berhemên herêmê yên bajêr ji esnafan tên kirîn û li pakêtan tên tijîkirin.

Ew pakêt jî paşê li welatiyan tên belavkirin. Xebat ji bo parastina laş biquwet bibe û welatî nexweş nekevin tê kirin.

Em bi tîmeke 70 kesî him paket dikin, him jî mal bi mal li welatiyan belav dikin. Hevalên me ji welatiyan re şîfayê dixwazin û van paketan teslîmî wan dikin. Di nav paketan de berhemên Gaziantepê hene.

Di pakêta şîfayê de hinar, sîr, tirşa simaqê û hinaran, zehter, mewîj û berhemên din ên herêmî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE