Evdılrehîm Sûçînê ji Batmanê, bi îcada xwe ya dawî bala her kesî kişand. Sûçîn, ji bo xelk bi hêsanî karûbarên xwe yên li goristanan bike sîwaneke mezin çêkir.
Evdilrehim Sûçîn ji Batmanê ye. Gava xwarziyê wî rehmet dike, êvarê di bin baranê de di rewşeke zehmet de tê definkirin.
Piştî vê yekê ji bo xizmetên goristanan sîwaneke mezin çêdike.
Di bin vê sîwanê de 300 kes dikarin bisekinin. Di baranê de avê derbas nake û havînan jî bi siya xwe hênik dike.
Xelkê ku tê ser goristanê jî ji vê îcadê gelek memnûn e.