Ji bo heywanên li kuçeyan konê starê

Di vî konî de kontrol û aşiyên heywanan tên kirin.

Ji bo heywanên li kuçeyan konê starê

Ji aliyê Şaredariya Kayapınarê ve ji bo heywanên bêxwedî konê starê hat avakirin. Di vî konî de heywanên li kuçe û kolanan tên dermankirin. Her wiha welatî jî dikarin heywanên xwe li vir bidin kontrolkirin û aşîkirin.

Her sal bi dehan heywanên li kuçe û kolanan rastî zerarên mezin tên û can didin.

Şaredariya Peyasê ji bo heywanên bêxwedî li ser Kolana 75ê konekî starê ava kir.

Alîkarê Şaredarê Kayapınarê Mustafa Çelik der heqê konan de axivî.

Di vî konî de him kontrola heywanên bêxwedî tê kirin hem jî welatî dikarin heywanên xwe jî li vir bidin aşîkirin.

Her weha ji bo heywanên li derve 15 otomat jî li cihên cuda hatine danîn.

Ev otomat bi şûşe û plastîkên bermayî dixebite û ji bo siruştê jî gelekî bi fêde ye.

Di heman demê de ev otomat hem derdorê paqij dihêle hem jî heywanan têr dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE