Ji bo jinan kursa xwarinan

Him çêkirina xwarinan hîn dibin him jî pê debara xwe dikin

Ji bo jinan kursa xwarinan

Li Mûşê ji bo jinan kursa xwarinê vebû. Li vê kursê jin him hînî çêkirina xwarinan dibin, him jî van xwarinan difroşin û pê debara xwe dikin. Kurs bi piştgiriya İŞ-KUR’a Mûşê hat vekırın.

Li Mûşê ji aliyê Mudiriyeta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ve, bi piştgiriya İŞ-KUR’ê kursa çêkirina xwarinan hat vekirin.

Li vir jinên bê kar û bar him hînî çêkirina xwarinan dibin him jî bi firotina xwarinan debara mala xwe dikin.

Li kursê xwarinên herêmî yên Dîlok, Edene, Qeyserî, Mêrdîn û Amedê tên çêkirin.

Ligel vê yekê bi saya kursê kursiyer hevalên nû nas dikin.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 16:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE