Ji bo jinên li bazarê dixebitin testa Kovîd-19ê hat kirin

Şaredariya Baxlarê ya Diyarbekirê li bazara jinan a navçeyê testa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya xebatkaran kir.

Ji bo jinên li bazarê dixebitin testa Kovîd-19ê hat kirin

 Şaredariya Baxlarê ya Diyarbekirê li bazara jinan a navçeyê testa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya xebatkaran kir.

Şaredariyê serî li Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr xist ku li bazarê testa vîrusa koronayê ya xebatkaran bê kirin.

Ekîbên ji Midûriya Tenduristiyê hatin testa jinan kirin.

Şaredar Huseyîn Beyoglu got li bazaran rîska şewbê heye û wiha axivî: "Li bazarên semtan mirov gelek in. Ji ber vê me daxwaza testê kir. Ez spasiya Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Cîhan Tekîn dikim."

Beyoglu got ji bo tenduristiya welatî û esnafan ewê xebatên xwe bidomînin.

Jinan jî ji ber vê xizmetê spasiya Şaredar Huseyîn Beyoglu kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE