Şaredariya Battalgaziya Meletî ji bo heywandarê ku li serê çiyê pez xweyî dike, 3 kîlometre rê çêkir. Bi saya vê, êdî xwediyê pez wê karibe êm û kaya xwe bi wesaîtê bibe heta ber axûra xwe.
Şaredariya Battalgaziyê ya Meletiyê ji bo riyê bibe serê Çiyayê Beydaxiyê dixebite.
Lewra li serê çiyê gomek heye û xediyê heywanan bi salan e barê xwe bi keran tîne vê derê.
Xwediyê heywanan ji bo ji vê zehmetiyê xilas bibe ji şaredariyê alîkarî xwest şaredariyê jî di cî de dest bi kar kir.
Makîneyên kar bi şev û roj xebitîn û 3 kîlometre rê çêkirin.
Bi saya xizmeta şaredariyê, êdî wesaît dikarin herin heta ber axûra wî.