Ji bo meqamên pêxemberan xêliyan çêdikin

Jinên Diyarbakirê ji bo meqamên pêxemberan xêliyan çêdikin

Ji bo meqamên pêxemberan xêliyan çêdikin

Jinên Amedê ji bo meqamên Zilkif û Elyesa Pêxemberê ku navê wan dı Qur’ana pîroz de derbas dibe, xêliyan amade dikin. Hostayên hunera destan dibêjin, “em bi şans in ku çêkirina van tiştên miqedes bû nasîbê me”.

Diyarbekir bajarê pêxember û sihabeyan e. Lewra li bajarê qedîm 7 qebrên pêxemberan hene û 541 sihabe radizin.

Ji ber vê yekê piştî Mekke û Medîneyê herî zêde li Amedê qebrên pêxember û sihabeyan hene.

Bi piştevaniya Şaredarî û Qeymeqamê Yenişehirê Serdar Kartal gelê Diyarbekirê van salên dawî xwedî li maneviyata xwe derdikevin.

Enstîtuya Geşkirina bajêr ji bo parastina meqamên pêxemberan xebateke taybet kir.

10 Jinên hîndekar ên pispor bi hunera destan ji bo gorên Zilkif û Elyasa pêxember poşîdeyên 6 metre dirêj û 3 metre fireh çêdikin.

Li ser wan la illahe illallah û ayeta ku bi navê pêxemberan nazil bûye tê nivîsandin.

Amediyan hedefên xwe mezin kirin û dixwazin ji bo Kâbeyê jî xêliyan çêkin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE