‘’Ji bo Muşê stranekê bêje’’

Zarokên astengdar ji bo Muşê derketin ber kamerayê û stran gotin

‘’Ji bo Muşê stranekê bêje’’

Zarokên taybet ên Muşê, bi stranan danasîna Muşê kirin. Bi piştgiriya walîtiya Muşê, stranên ku zarokên astengdar ên dibistana ali kuşçuyê gotin, bû klîb jî. Werin em berê xwe bidin van dîmenên rengîn.

Bi dîrûşma ‘’Ji bo Muşê stranekê bêjê’’ derketin ber kamerayê.

Her yek ji wan stranek got.

Kelecana wan, kêfxweşiya wan kêlî bi kêlî hat qeydkirin.

Ew zarokên taybet ên Muşê ne.

Bi piştgriya Walîtiya Muşê, zarokên taybet ên dibistana Ali Kuşçuyê bi stranan hatin cem hev.

Li xwezaya xweşik a Muşê, bi stranên şîrîn performansên xwe nişan dan.

Ew stran paşê hatin komkirin û bû klîbeke rengîn.

Bi vê klîbê nişan dan ku zarokên taybet, heke derfetê bibînin dikarin di her warî de bi ser kevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE