Ji bo nasandina "Gula kesk" a Xelfetiyê xebatan dest pê kir

Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê digel gula reş a ku li dinyayê tenê li vê navçeyê hêşîn dibe, guleke kesk jî heye û ji bo ku koka wê gulê neqele, xebatên zêdekirin û nasandina gula kesk jî dest pê kir

Ji bo nasandina "Gula kesk" a Xelfetiyê xebatan dest pê kir

Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê digel gula reş a ku li dinyayê tenê li vê navçeyê hêşîn dibe, guleke kesk jî heye û ji bo ku koka wê gulê neqele, xebatên zêdekirin û nasandina gula kesk jî dest pê kir.

Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da Xelfetî kir nav tora "bajarên aram". Xelfetî bi malên xwe yên kevir ên dîrokî û xweşikahiya xwe ya siruştî va weke "bihuşta veşartî" ya herêmê tê pênasekirin.

Li navçeya ku her sal ji aliyê hezaran merivî va tê ziyaretkirin, cureyên gulan ên endemîk jî lê hêşîn dibin. Ev gul li dinyayê tenê li vê herêmê hêşin dibin.

Gula reş a ku rastî eleqeyê tê, reng û bêhna xwe ji axê hildide. Dîsa weke gula reş, gula kesk jî tenê li vê herêmê hêşîn dibe û balê dikşîne.

Piştî ku ava Bendava Bîrecûkê zêde bû, hema bêje gul qet neman, lê bi xebata ku Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê meşand va çendîn çiqlên vê gulê hatin danîn û cardin hêşîn bû û li hev hatin zêdekirin.

Midûriyê serayek ava kir û tê da digel gula reş vê gulê jî datîne da ku zêde bibin. Gula kesk jî piştgiriyê bide turîzm û aboriya navçeyê.

- "Gula veşartî ya bajarê veşartî"

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Murat Çakmakli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji bo ku koka gula kesk neqele ew hewildanê didin.

Çakmakli got ku ew gula kesk weke "Gula veşartî ya bajarê veşartî" pênase dikin û bi projeyên ku amade dikin va wê vê gulê bidin firotin jî.

Çakmakli wiha qala taybetiyên vê gulê kir:

"Her sal serdema ku hêşîn dibe kifş e û 6-7 hefteyan gula kesk naçilmise. Rengê wê weke rengê sêva kesk e, di sermaya zivistanê rengê wî diçe ser rengê bronzê. Em der barê gula kesk da heta niha rastî tu xebateke lîteraturî nehatine. Heke xebatek ji bo nasandina vê gulê were kirin wê baş bibe. Gula kesk jî weke gula reş seba Xelfetiyê pir girîng e. Ji bo ku ev gula ku koka wê li ber qelandinê ye, tune nebe, divê were zêdekirin û seba aboriyê jî were nirxandin. Em ê ji bo vê yekê xebatên xwe yên plankirî bimeşînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE