Li Hekariyê li newala zapê projeyeke mezin tê çêkirin. Li ser riya çukurcayê park, baxçe û kafeterya tên çêkirin. Proje li ser 30 donim erazî ye.
Walîtiya Hekariyê ji bo Newala Zapê projeyeke mezin dimeşîne.
Li ser riya Çukurcayê tesîsên civakî wê werin çêkirin.
Li vir park, baxçe, qadên lîstikê û kafeterya wê hebin.
Rêveberiya taybet a bajêr, saziya kar û barên avê û ekîbên din verastkirina derdorê temam kirin.
Ligel vê yekê li vir li ser çemê Zapê sporên avê jî wê werin kirin, wek raftîng, kano û her wekî din.