Ji bo nimêja sibehê welatiyan berê xwe da Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin

Welatî Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin a ku piştî 86 salan ji bo nimêj û îbadetê hat vekirin vala nahêlin û eleqeyeke zêde nîşan didin.

Beriya nimêja sibehê welatî tên mizgeftê, li gor rê û rêzikên dûrayiya civakî jî bi cih dibin.

Bi xwendina banga şerîf va welatî ji bo nimêjê dest bi amadehiyê dikin, piranî li ser çoka rûdinên mîna hundirê Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin dora wê jî qelebalixe û milet li hewşa wê jî nimêj dike.

Welatiyên xwestin derbasî mMeydanê û Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin bibin piştî kontrola ewlehiyê hildan alî hundir.

Di mizgeftê da berî nimêjê û piştî nimêjê selewat hatin kişandin, dia hatin kirin û tekbîr hatin xwendin.

Ji hêla din va him bi şev û him jî bi roj welatî û tûrîst eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin didin, tên û tê da digerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE