ji bo pezên xwe bi şev nobetê digirin

Welatî li Taxa Hicretê ji bo pezên xwe bi şev nobetê digirin

ji bo pezên xwe bi şev nobetê digirin

Li hicreta taxa Elezîzê gur ketin hewşa du birayan û 24 mêşin mirar kirin. Ji ber vê jî êdî welatiyên taxê bi şev nobetê digirin.

Duh gur li Hicreta Taxa Elezîzê ketin hewşa du birayan.

Di hewşê de nêzî 100 mî hebûn. Guran 24 mêşin mirar kirin.

Her du bira Nihat û Murat Gülbasan şeveqê bi talana guran hesiyan.

Bira dibêjin ku ji ber tala guran nêzî 60 hezar lîre zirara wan çêbûye.

Welatî ji rayedarên dewletê dixwazin ku alîkariyê bidin wan.

Piştî bûyerê êdî welatî bi şev li hemberî guran nobetê digirin.

Nahêlin gur xwe nêzî hewşên wan bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE