Li seranserê welêt berf û cemed e. Welatî ji bo di berfê de neşemitin û nekevin, berê xwe didin lastîkên pêlav û şikalan. Li Meletiyê jî ji bo lastîk ango zincîrên solan eleqeyeke zêde heye.
Li gorî salên dawî îsal hewa gelekî sar e. Him berf heye him jî kolan û kûçe cemedê digirin.
Welatî ji bo di berfê xwe neşemitin îsal lastîkên berfê yên solan distînin.
Lastîkên ku di bin wan de niqirên hesin hene nahêlin mirov li ser berf û cemedê bişemitin.
Lastîk ango zincîrên pêlavan îsal bi 40 lîreyî tên firotin û daxwazeke zêde heye.