Ji bo pîrejina 77 salî alîkariya ligel wergêrê Kurdî

Ekîbên şaredariyê çûne alîkariya xaltika Hanim a 77 salî ya ku li Çekmekoyê dijî û Tirkî nizane

Ji bo pîrejina 77 salî alîkariya ligel wergêrê Kurdî

Li Çekmekoyê ekîbên şaredariyê çûne alîkariya Hanim Sabaza 77 salî ya ku Tirkî nizane.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Çekmekoyê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê Hanim Sabaza 77 salî ya ji Agiriyê nekarî ku ji malê derkeve, li ser vê eqrebayên wê diyar kirin ku pîrejin Tirkî nizane û ji ser çapemeniya civakî ji şaredariyê alîkarî xwestin.

Ekîbên Şaredariya Çekmekoyê li ser vê dest bi hereketê kir û çû alîkariya xaltika pîr. Ji ber ku Tirkî nizanibû karmendekî zabiteyê yê ku Kurdî dizanibû wergêriya xaltîkê kir.

Ekîban pêşî agirê pîrejinê pîvan, alîkariya xwarina germ danê û mala wê paqij kirin. Ekîbên şaredariyê dema piştî xebatê ji mal derketin hestewarî çêbû. Hanim Sabazê spasiya ekîbên Şaredariya Çekmekoyê kir.

Ji aliyê din va ekîbên şaredariyê diyar kirin ku xaltîka Hanim li ser projeya "Xwarina Germ û Lênêrîna li Malê" zêde kirin û êdî dê her roj bên û hal û wextê wê bipirsin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE